Di Peqîna li Rojavayê Tirkîyê de Herî Kêm 17 Kes Mirin, 13 Kes Birîndar Bûn

Wêneyê peqîna avahîyê HABAŞê, li Tirkîye, ajansa DHA 9ê Mijdarê 2026.

Medyaya Tirkîyê radigihîne ku bi peqîna li fabrîkayeke li rojavayê welêt herî kêm 17 kesan canê xwe ji dest dane û 13 kesên din jî birîndar bûne.

Peqîn duh Duşemê li fabrîkaya hesin ya HABAŞ’ê ya li Alîaga ya li bakurê Îzmîrê çêbû.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku wan ser peqînê dest bi lêpirsîna dadwerî û îdarî kiriye.

Komên karkeran dîyar dikin ku li fabrîkaya HABAŞ’ê ji demeke dirêj vir ve kêşeyên ewlekarîyê hene û di du hefteyên dawî de du karkerên din canê xwe ji dest dane.

Ji Baroya Îzmîrê, Parêzer Hatîce Sonmez, ku bi taybetî ser hiqûqa kar û mafên karkeran dixebite, ji Dengê Amerîka re axifî.

Wêneyê dema bûyera fabrîkaya Habasê li rojavayê Tirkîyê, Izmir Mijdar 9, 2026. Piştî peqînê ambulans û xelk kom bûne.

Sonmez got ku her çiqas li Tirkîyê qanûnên li alîyê karkeran hene jî li fabrîkayan tedbîrên ewlekrîya kar û mekanîzmaya wan tune.

‘’Çavdêrî, berpirsîya xwedîyê kar e. Gava tedbîr û çavnêrîn tune bin û mekanîzmaya ewlekarîyê kar nexebite, wisa mirin û birîndarbûna karkeran çêdibin.’’

Wê dîyar kir ku li fabrîkayên Tirkîyê tedbîr tenê hişyarîyên li ser dîwaran in û ew jî rê li ber mirinan û birîndarbûnan nagirin.

HABAŞ’ê bi daxuyanîyekê ragihand ku ‘’qeza dema pakkirina ocaxên elektrîkê çêbûye’’

Sonmez got ku divê ser bûyera mezin ya HABAŞ’ê lêkolîn çêbin, û bi lêpirsîneke xurt berpirs werin dîtin.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Akin Gurlek da zanîn ku bo lêpirsîna ser peqînê 4 dozger hatine erkdarkirin.

Li gor ragihandina Gurlek hejmara kesên jiber peqînê hatine desteserkirin gihşîye 6 kesan.