Erdogan: Emê ji Bo Bêçekkrina PKK'ê Lez Bikin

FILE PHOTO: Turkish President Tayyip Erdogan speaks during the opening ceremony of Antalya Diplomacy Forum in Antalya

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku dê pêvajoya dawîanîna Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) leztir bibe û ji bo vê yekê jî dê çarçoveyeke yasayî pêşkêşî parlamentoya wî welatî bikin.

Serokê Tirkîyê îro Çarşemê li pêşberî endamên Partîya Dad û Pêşpêdanê (AKP) got ku di nav karên Îranê de planeke xerab li dijî gelên herêmê heye. Wî got: "Li vir tenê ev bes e: Di siberojê de dê hîn çêtir xuya bibe ku me wek Tirk, Kurd, Ereb û Fars, çi lîstikeke bixwîn û metirsîdar xera kir."

Recep Tayyip Erdogan got: "Niha em li ser çarçoveyeke yasayî dixebitin daku pêvajoya dawîanîna PKK'ê leztir bikin. Piştî şêwirên giring, em ê bêyî derengketin vê qanûnê pêşkêşî parlamentoyê bikin."

Erdogan herwiha got: "Em pir dixwazin vê pirsgirêka 50 salî zû çareser bikin. Lê mixabin, rewşa herêma me herdem diguhere û ji ber vê yekê divê em di yek demê de rûbirûyî çendîn krîzan bibin."

Serokê Tirkîyê piştgirîya xwe ji bo tevlîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) nav artêşa Sûrîyê nîşan da. Wî ragihand ku pirsa HSD'ê, ji bo çareserkirina pirsgirêka PKK'ê "yek ji astengîyên herî mezin bû."

Erdogan di berdewamîya axaftina xwe de got: "Krîza Îranê nîşan da ku ev kar ne tenê ji bo welatê me, lê ji bo birayên me yên Kurd jî pir giring e. Bi alîkariya vê peywendî û diyalogê, rê li ber xetereyeke mezin hat girtin ku dikaribû zirarê bide birayên me yên Kurd jî."

Serokê Tirkiyê ti zanyarî li ser wê qanûna ku dê bişînin parlamentoyê, eşkere nekir.