Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu Sêşemê dîyar kir ku Tirkîye dixwaze li ser bingeha endamtîya tam peywendîyên xwe bi Yekîtîya Ewrupa re baştir bike.
Çavuşoglu bi berdewamî got ku pirsgirêkên di navbêra wan de, heke Yekîtiya Ewrûpa "YE" di hilcivîna vê heftê û pê de aqilane tevbigerîya dê bihata çareser kirin.
Vê jî bixwîne: Wezîrên Karên Derve yên YE, Sizayan li Dijî Tirkîyê Dinirxînin Vê jî bixwîne: Çavuşoglu Bertek Da Gotinên Wezîra Derve ya Swêdî Linde Vê jî bixwîne: Tirkîyê bo Proteskirina Lêgerîna Keştîya Wê YE, Îtalya û Almanya Protesto DikeRoja Duşemê, wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa ragihand û got ku Tirkîyê bo çareserkirina nakokîya bi endamên YE, Yunanîstan û Qibris re ya li ser serwerîya mafên çavkanîyên gaza xwezayî ya li Derya Sipî, alîkar nebûye.
Çavuşoglu di civînek medyayê ya hevpar de digel Wezîrê Derve yê Macarîstan Peter Szijjarto li Enqerê axifî û got ku Yunanîstan tevî hewildanên Tirkîyê yên bikar anîna dîplomasiyê gavên "provokatîf" li herêmê domandîye.
Hevdem, wî destnîşan kir ku Enqere li bende bû ku YE bo çareserîya nakokîyê wek navbeynkareke dilsoz û bêalî tevgerîya ba.