Balyozê Amerîka bo Tirkîyê û Şanderê Taybet bo Sûrîyê Tom Barrack roja Pêncşemê daxuyanîyek derbarê rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên bajarê Helebê belav kir.
Barrack di daxuyanîya xwe de, ku li ser platforma X'ê hate belavkirin, got ku Amerîka bang li hemû alîyan dike ku xweragirtina herî bilind pêk bînin û parastina jiyana sivîlan û milkên wan di ser her tiştî re bigirin.
"Hefteya borî, em li ber derîyê pêkanîna serkeftî ya rêkeftina tevlêkirinê ya 10'ê Adara 2025'an bûn, di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û hikûmeta Sûrî de. Ev rêkeftin dê bi awayekî berçav hemahengîya elwkearî, hikumranîya hevbeş û yekîtîya niştimanî pêşve bibe. Ew armanc hîn jî pêkan e," Barrack got.
Balyozê Amerîkî herwiha got piştî rûxandina rejîma Esed di çend qonaxên dîrokî re derbas bûye da ku bigihêje seqamgîrîyê, piştî bêtirî pêncî salî ji tundûtûjî û wêranîyê.
"Em amade ne ku bi hevalbend û hevparên xwe yên herêmî yên berpirsiyar re hewlên kêmkirina girjiyan hêsan bikin û ji bo ku Sûriyê û gelê wê derfeteke nû peyda bikin da ku rêya diyalogê li şûna parçebûnê hilbijêrin," Barrack got.
"Ji ber vê yekê, em bangeke lezgîn ji bo serkirdayatiya hikûmeta Sûriyê, HSDê, desthilatdarên herêmî yên li deverên ku ji hêla Kurdan ve têne rêvebirin, û hemî aktorên çekdar ên li ser erdê dikin ku şer rawestînin, demûdest girjiyê kêm bikin, û pêgirî kêmkirina aloziyê bin. Werin em danûstandina ramanan û pêşniyarên avaker li şûna danûstandina agir bidin pêş. Pêşeroja Helebê û ya tevahiya Sûriyê ya gelê wê ye û divê bi rêbazên aştiyane were sazkirin, ne bi tundûtûjiyê," Balyoz Barrack da zanîn.
Diplomatê Amerîkî got ku Amerîka piştgirîyê dide nêrîna Sûrîyeyekê ku piştrast bike "her kes cihê xwe tê de dibîne û yeksane di navbera hemû welatîyan de ye, çi Sunnî, Kurd, Durzî, Xiristîyan, Elewî û hemû civakên din."