Balyozê Amerîkayê li Tirkîyê û nûnerê taybet ê Serok Donald Trump Tom Barrack Çarşemê li Enqerê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civîya.
Barrack li ser X'ê got: "Ez bextewer im ku îro li Koşka Beştepe bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re civîyam." Bi boneya 250 salîya serxwebûna Amerîkayê, wî got: "Em li benda sedsaleke nû ya têkilîyên dîplomatîk di navbera Tirkîyê û Amerîkayê de ne."
Dîplomatê Amerîkî herwiha diyar kir ku "Ti carî hevpeymanîyeke me ya ewqas xurt nebûye."
Barrack got ku Tirkîye û Amerîkayê wekî hevalbendên NATO'yê, hevkarên aborî û dostên ku bi deh salan dîrokeke hevbeş heye, pabendbûnên kûr hene.
"Hevdîtinên îro pabendbûna me ya hevbeş a ewlekarîya herêmî, hevkarîya aborî û berdewamîya hevkarîya di navbera herdu welatên me de tekez kir," Barrack got.