Trump, Tom Barrack Wek Nûnerê Xwe yê Taybet bo Îraq û Sûrîyê Destnîşan Kir

Tom Barrack

Serok Donald Trump roja Yekşemê ragihand ku Balyozê Amerîkayê li Tirkîyê Tom Barrack wek nûnerê taybet ê serok bo Sûrîyê û Îraqê ragihand ku dê berpirsiyariyên zêdetir werbigire.

Trump di daxuyaniyekê de li ser Truth Social got, "Em hevkariya xwe ya stratejîk bi hikûmetên Sûrîyê û Îraqê re pêşve dixin û têkiliya me bi wan re her ku diçe mezintir dibe."

Li gorî daxuyanîya serok Trump, Barrack dê dema ku erkên xwe yên nû yên nûnertiyê pêk tîne, wek balyozê Amerîkî li Tirkiyê xizmet bike. Trump got ku Barrack bi piştgiriya tevahî ya Wezareta Derve dê karên xwe birêve bibe.

Serok di daxuyanîyekê de got, "Em ji bo tiştê ku Tom Barrack kiriye û ji bo amadebûna wî ya berdewam a ji bo xizmeta welatê me pir spasdar in."

Ev pêngav di demekê de tê ku Amerîka dixwaze hevkarîya xwe ya stratejîk hem bi Sûrîyê û hem jî bi Îraqê re berfireh bike û tekezî li ser têkiliyên dîplomatîk û hevkariyên herêmî dike.

Roja Şemîyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio girîngîya rola Balyozê Amerîkî li Tirkîyê û Nûnerê Taybet ê Sûrîyê Tom Barrack dubare kir.

Rubio li ser Platforma X'ê got ku Balyoz Tom Barrack yek ji dîplomatên herî navdar ên Amerîkî li Sûrîyê û Îraqê bûye û dê her weha bimîne jî.

Ev yek piştî rojekê hat, ku Wezîr Rubio di postek din de gotbû "Wexta Tom Barrack wekî nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê li Sûrîyê bidawî hat.