TotalEnergies Dibêje ew dê Berhemanîna Petrolê li Îmratê Zêde Bike

FILE PHOTO: TotalEnergies signs at a petrol station in Nice

Patrick Pouyanne, rêveberê giştî yê TotalEnergies a Frensî, roja Duşemê got ku kompanîya wan dê beşdarî berfirehkirina hêla borîya hinardekirina neftê li Fujeyrah, li Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (UAE), bibe.

Wî di konferansa enerjîyê de, ku îro Duşemê 24'ê Tebaxê li Norwêcê pêk tê axivî û da zanîn ku TotalEnergies dê tevî ku şerê Îranê heye jî dê berdewam bike ku li Rojhilata Navîn weberhênanê zêde bike.

Pouyanne berê jî girîngîya çêkirina rêyên alternatîf ên borîyê ji bo veguhastina neftê ji Rojhilata Navîn destnîşan kiribû. Armanc ew e ku hinardekirina neftê ne bi giştî girêdayî Tengava Hormûzê be, ku ji ber girjîyên heyî li herêmê astengî dom dikin.

Li gorî agahîyên TotalEnergies, ADNOC a Îmartê dixwaze kapasîteya hêla borîya neftê ya ber bi Fujeyrayê ve zêde bike. TotalEnergies got ku ew projeyê bi cidê û giring dinirxîne.

Fujeyrah ji ber ku li ser Kendava Omanê ye, rêyek girînge ji bo hinardekirina neftê ber bi bazarên cîhanî ve.

Hêjayî gotinê ye ku kompanîyên Amerîkî û cîhanî hewil didin berhemanîna petrolê zêde bikin ji ber girjîyên ku Îran li Tengava Hormuzê li dij keştîyên bazirganî derdixîne, ku bi domdarî hêzên pasdaran êrîşî keştîyên bazirganî û tankerên petrolê dike yên ku ji Hormuz û avên deryayî yên herêmê derbas dibin.