Rêberên Tirkîye Ser Hilbijartînên Herêmî Çi Dibêjin?

Li Tirkîye îro Yekşemê pêyvajoya hilbijartînên herêmî didomin yên ku wê bo 5 salan li ser kar bimînin.

Serokomar Tirkîyê û Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartînên herêmî de û hevjîna wî Emîne Erdogan li li bajoraka Uskudar ya li Stenbolê dengên xwe dan.

Erdogan piştî karanîna deng ji rojnemavanan re got ku ev hilbijartin destpêka serdemeke nû ye.

"Hêvîdar im hilbijartinên parlementoyê û serokkomariyê li aliyekî û hilbijartinên herêmî ji alîyê din ve bibe sedema destpêka sedsala nû. Ez spasiya hemû hevalên xwe yên endamên komîteya sindoqan dikim."

Hevbendê hikûmeta Erdogan û Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî li Enqerê deng da.

"Em yekê yê hilbijartinên herêmî yên sedsala nû dikin. Ji hemû partîyên me yên siyasî û berbijarên wan yên hêja re serkeftinê dixwazim. Ez hêvî dikim ku jibo dewlet û gelê me re bi xêr be," wî got.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ya Ozgur Ozel ku partîya yekî ya opozîsyonê ye li bajarê Manîsa bi kar anî. Ozel piştî dengdanê jibo berbijaran serketin xwest.

"Di dema hilbijartinan de dibe ku dem bi dem alozî zêde bibe. Ez bang li her kesî dikim ku îro aramîya xwe biparêzin. Em bo şahîyên serketinan jî em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku ji çekan dûr bisekinin. "

Hevserokên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Enqerê, Tulay Hatîmogullari jî li Adenê deng dan.

Bakirhan û Hatîmogullari bang li dengdaran kirin ku ew dengên xwe bidin û sindoqan biparêzin.

" Berî hatina vir me hemûyan dît ku wan dengdêrên dijqanûnî veguhestine tevahîya heremên Kurdan. Leşker, polîs û hilbijêrên ji derve tên û li wan bajaran najîn dengê xwe didin. Ji destpêkê ve sextekarî hat kirin. Lê, dîsa jî em bang li gelê xwe dikin ku bi hemû hêza xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, " Bakırhan got.

"Ji kerema xwe re, li her derê em dengê xwe bidin, em tenê dengê xwe nedin, em bi hev re sindoqên xwe jî biparêzin, " Hatimoğullari got.

Seroka Giştî yê Partîya Baş (ÎYÎ) Meral Akşener jî li Enqerê deng da.

"Li şûna kombûnên giştî, min bi serdana firoşkarên li navendên bajaran propaganda kir. Jiber ku karê fizîkî bû, ez pir westiyam. Ez bawer dikin ku encamên hilbijartinê wê baş bibin, " Akşener got.

Di hilbijartinên îro de wê bajarvanên 81 bajar, 973 bajarok û 390 bajarokan û herwiha 50 hezar û 336 mixtarên taxan jî werin dîyar kirin.

Herwiha, dengder wê bo endamenên civatên bajaran û yên meclîsên bajaran jî dîyar bikin.

34 partîyên siyasî beşdarî hilbijartînên herêmî dibin û 61 mîlyon û 441 hezar û 882 dengderên qeydkirî wê li qasî 208 hezar sindoqan dengê xwe didin.
Yek mîlyon û 32 hezar û 610 ciwan wê cara ewil dengê xwe bidin.

Serokên partîyên desthilat û yên opozîsyonê li bajarên cuda deng dan û peyamên xwe yên bo hilbijartînên herêmî dîyar kirin.

Li ber e ku encamên destpêkê yên hilbijartinan, piştî temambûna dengdanê di seetên êvarê de werin eşkere kirin.