Parlamana Tirkîyê pêşnîyara ragihandina Rewşa Awarte ya li 10 bajarên bin bandora erdeja hêzdar pejirand.
Piştî dengdana îro ya di Civata Giştî ya parlamanê de, li bajarên Entab, Semsûr, Ruha, Amed, Mereş, Melêtî, Kîlîs, Edene, Osmanîye û Hatayê, jibo sê mehan Rewşa Awarte hate ragihandin.
Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) berî demeke kin ragihand ku hejmara mirîyan bû 16,170 û ya birîndaran jî giheşt 64,194 e.
AFAD dabû zanîn ku heta niha 6,444 avahî jî hilweşîne û li bajarê Ruha jî karên rizgarkirina kesên ji bin kavilan bi dawî hatiye.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku li Sûrîyê hejmara giştî ya kuştîyên di erheja de giheştiye 3773 kesan.
Bi van hejmarên nû li Sûrîye û Tirkîyê hejmara giştî ku kesên mirî giheştiye 19, 432.
Hevdem, Wezîrê Perwerdeya Netewî yê Tirkîyê Mahmut Ozer ragihand ku jiber erdhejên wêranker xwendin li seranser welêt heta 20ê Şubatê wê girtî bimîne.
Ozer, berê jî ragihandibû ku perwerdeya li seranser Tirkîyê heta 13ê mehê hatibû sekinandin.