Nerazîbûnên Dijî Helwesta Tund ya Hember Sûrîyên Penaber li Stenbolê Zêde Dibin

Walîtîya Stenbolê li ser Sûrîyên ku li Stenbolê dijîn daxuyanîyek da û ji wan xwest ku heta 20 Tebaxê jî wî bajarî derkevin.

Daxuyanî dide zanîn ku divê herkes li bajarên ku navên wan lê hatine tomar kirin, bijîn û nabe ku ew li Stenbolê bimînin.

Li gor walîtîya Stenbolê, 547.479 ji wan Sûrî, 1 mîlyon û 69.860 bîyanî yên tomarkirî xwedîyê îzin in ku li Stenbolê bijîn.

Piştî vê daxuyanîyê aktîvîstên kempeyna "Em hemû koçber in, ji nijadperestiyê re na' jî li dijî koçberî û dersînorkirinê, daxuyanîke dan.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku “Li gorî danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan bicîhbûna penaberan a li welatekî mafên mirovan e.”

Parêzer Gulden Sonmez anî ziman ku penaberî ne rewşek hêsan e. "Bi sedan mirov ji destdirêjîya zayendî û êşkencê revîyan û hatin Tirkîyê. Di demên dawî de penaber rastî êrîşên nijadperest û cudakarîyê tên.” Wê got.

Berevankara mafên penaberan Yildiz Onen ku daxuyanî xwendibû got ku penaberên destkelepçekirî bi otobusan dişînin navendê vegerandinê û ew tî û birçî tên hiştin. Tirkîye carna penaberên Sûrî neçar dihêle ku ew vegerîn nava herêmên şer.

Onen bi bîr xist ku li gor Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî, mafê stargeh û parastinê mafê gerdûnî ye û divê herkes li dijî êrîşan werin parastin.

Your browser doesn’t support HTML5

MEB_08_01_2019