Tirkîyê ji Amerîka re Dibêje ku Bazirganîya Wê bi Qanûnên Navnetewî Pêbend E

Erdogan û Maduro

Karbidestên Tirk îro Înê ji hevtayên xwe yên Amerîkî re got ku bazirganîya Tirkîyê bi qanûn û rêbazên navnetewî pêbend e.

Di hevdîtinê de karbidestên ji wezareta darayî ya Tirkîyê û wezareta xezîne ya Amerîka amade bûn û her du alî herwiha xurtkirina peywendîyên bazirganî jî gotubêj kir.

Ev daxuyanî rojeke piştî raporên medyayî hat ku dibêjin Amderîka ji nêzve çavdêrîya bazirganîya navbera Tirkîyê û Venezuela dike.

Karbidestekî bilind yê Amerîkî roja Pêncşemê gotibû ku ger Washington biryar bide ku bazirganîya Tirkîye toleyên ser Venezuela pûç dike, hinge ewê dijî Tirkîyê gavan bavêjin.