Di Êrîşeke Esmanî ya Tirkîyê de 4 Şervanên Ezîdî li Şengalê Hatin Kuştin

Şervanên YBŞ'ê li gundê Umm al-Dhiban (29/04 2016)

Karbidestên Îraqî îro Pêncşemê ragihand ku di êrîşeke esmanî ya Tirkîyê ya nav axa Îraqê de, bi kêmî ve 4 şervanên Ezîdî yên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hatin kuştin.

Karbidestê Îraqî ku nexwest navê wî eşkere be, ji AP re got ku êrîş qamyoneke leşkerî ya li herêma Şengalê kir armanc.

Televîzyonên Kurdî yên li Herêma Kurdistana Îraqê ragihand ku fermandarê YBŞ’ê

Zerdeşt Şengalî di nav kuştîyan de ye û 5 şervanên din jî di heman êrîşê de birîndar bûne.

Tirkîyê berî jî êrîşên esmanî li hindurê axa Îraqê pêk anîbû û çekdarên YBŞ’ê kiribû armanc.