Sîstema Nû ya Ewlehîyê Dikaribû Pêşî li Rûdana Kujêr ya Trenê Bigirta

Velolerekî federalî dibêje, alaveke nû ya pêşketî dikaribû rê li ber qazayê trenê ya êvara Sêşemê, ku li nêzîkî bajarê Philadelphia qewimîbû, bigirta.

Desteya Ewlehî ya Veguhastina Netewî (National Transportation Safety Board/ NTSB) got, îhtîmaleke xurt e ku tren di seetê de bi lêza 106 km anku di car ji sûrata qanûnî lêztir diçû, dema tren ji hesinrê derket û rûdan qewimî.

Endamê rêvebirîya NTSB Robert Sumwalt ji rojnamevanan re got, li cîhê ku qazaya wêranker qewimî, ew sîstema “Positive Train Control” tunebû.

Sumwalt da zanîn ku ku ew ssîtem GPS û alavên din yên çavdêrîyê kar tîne û dema sûrata trenê pir zêde be, lêzbûna wê bi otomatîkî tîne xwarê û nahêle ku du tren li hev biqelibin.

Hêjayî gotinê ye, di rûdanê de 7 kes hatibûn kuştin, 200 rêwîyên din jî birîndar bibûn ku hinek ji wan kesan di rewşeke krîtîk de ne.