Wezîrê Xezîneya Amerîkayê: Me Fişara Aborî li Ser Rejîma Xerab a Îranê Kiriye

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê got ku di sê rojên dawî de ti petrol neketiye Girava Xargê ya Îranê, ne jî jê derketiye.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent, ku di nav şanda Amerîka bo Çînê de ye, roja Pêncşemê ji kanala CNBC re got: "Navenda serekî ya barkirina petrolê li Îranê navenda Girava Xargê ye. Me di sê rojên dawî de ti barkirin nedîtiye. Em bawer dikin ku embarên wan tijî ne."

Bessent, bi balkişandina ser wêneyên satelaytê, got ku ti keştî neketine welêt û ne jî ji welêt derdiketin û rejîma Îranê nikaribû petrola xwe hilîne, ji ber vê yekê jî wan dest bi rawestandina hilberînê kiriye.

Wî got: "Lê ya herî girîng ew e ku em dizanin ku Îran rejîmek xerab e. Heta niha îsal, wan 30 heta 40 hezar kes kuştine, ku gelek ji wan xwepêşander bûn. Ji ber vê yekê hûn çawa bi hêzeke wiha re mijûl dibin?"

"Ji ber givaştinê, rejîma Îranê gihîştiye xalekê ku nikare mûçeyên leşkerên xwe bide û nikare cebilxaneya xwe ji derve tijî bike. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku ew di qonaxên dawî de ne û cezayên Serok Trump bûne serkeftinek girîng," karbidestê Amerîkî got.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê berê gotibû ku li şûna ku dahata petrolê ji bo baştirkirina aborîya gel bikar bîne, rejîma Îranê wê li ser pêşxistina çekan, piştgirîya komên çekdar û fînansekirina mîlîşyayan xerc dike.

Washington herwiha hişyarî da bank û sazîyên darayî yên biyanî, di nav de yên bi parzûngehên serbixwe yên Çînê ve girêdayî ne, ku eger ew bazirganîya petrola Îranê hêsan bikin, dikarin bi cezayan re rû bi rû bimînin.