Wêneyekî Cîgira Seroka Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) Hulya Terzîoglu li Tirkîyê dibe sedema derketina gotûbêj û reaksyonên cuda.
Di wêneyê ku bûye mijara gotûbêjan de, Terzîoglu, di merasîma vekirina mizgeftekê de tevî zilaman li pêş rûniştiye û li Quranê guhdarî dike.
Wêneyê li ser medyaya civakî belav bûye, 8’ê Mijdarê li mizgefta Zanîngeha Hîtît ya Çorumê hatiye girtin.
Oda TV di hesaba xwe ya Xê de wêne weşandî ye û Hülya Terzioğlugotîye, "Ez tenê ji ber sermayê ketim mizgeftê, paşê li beşa jinan me nivêj kir."
Derdorên konservatîf dîyar dikin ku Terzîoglu li gor edeba mizgeftê tevnegerîyaye û dijî wê bertekan nîşan didin.
Parlementerê berê yê AKP’ê Şamîl Tayyar ji X’ê ragihand ku ew bi Terzîoglu re ser vê mijarê peyivîye û dîtiye ku ew jiber bertekan xemgîn e.
Tayyar dîyar kir ku Terzîoglu gotiye "Hinekan tew ez kirim femînîst jî, lê ya min dijî femînîstan çend redîyeyên min hene." Bi van gotinan îcar jî derdorên femînîst bertek nîşan dan.
Dengê Amerîka ser vê mijarê bi Seroka DAKAHDERê Aslı Pasinli re axifî ku tevî wê komeleyê bi xebatên ser mafên jinan tê nasîn.
Pasinli got ku sîyasetvanên AKP’ê bi salan e jibo têkoşîna jinan bêîtîbar bikin dijî femînîzmê gotinan dikin.
‘’Rewşa Terzîoglu pir îronîk e. Rola ku civakê daye wê red dike û bi îtirazekê, wek jinekê ne li dawîyê cemaetê, lê li pêş rûdine. Çalakîya wê dijî pergala bavsalarî bertekek e, lê gotinên wê dijî vê bertekê ne.’’
Wê dîyar kir ku Terzîoglu bi kiryara xwe qadeka azadîyê vekiriye, lê têkoşana ku wê qadê pêkan û domdar dike red dike.
Terzîoglu di akademîyê de ser dîroka mezhebên Îslamê xebat meşandine. Ew serê meha Cotmeha 2026'an weke cîgira seroktîya AKP'ê hat erkdarkirin.