Bexda û Enqere li Hev Kirin ku Tirkîye Serbazgeha Zilîkan Radestî Îraqê Bike

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokê Tirkîyê R. T. Erdogan

Îraqê ragihand ku lihevkirinek hatiye kirin da ku hêzên Tirkiyê gav bi gav bingehê Zilîkan yê leşkerî li nizîk bajarokê Başîkê ser bi parîzgeha Mûsilê ve, li bakurê Îraqê radestî hikûmeta Îraqê bike.

Piştî hevdîtina Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li kêleka civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New York, ofîsa ragehandina Serokwezîrê Îraqê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku her du alî "li hev kirin da ku desthilatdariya tevahî ya dewleta Îraqê li Şingalê berfireh bikin û hebûna komên çekdar ên biyanî yên qedexekirî bi dawî bikin".

Daxuyaniyê wiha domand: "Wekî beşek ji pêşkeftina ku Îraqê bi rêya tedbîrên ewlehiyê bi dest xistiye, hêzên Tirkiyê dê li gorî mekanîzmaya û bernameya lihevkirî, hêdî hêdî kampa Başîkê-Zilîkan radestî hikûmeta federal a Îraqê bikin."

Tom Barrack, balyozê Amerîkayê li Tirkiyê û nûnerê taybet ê ji bo Sûriye û Iraqê, pêşwazî li vê gavê kir û li ser platforma Xê got ku ew lihevkirin di berjewendiya "hem serweriya Îraqê û hem jî ewlehiya Tirkiyeyê" de ye.