Serok Trump: Kesî Bawer Nedikir Tiştê Em li Îranê Dikin Pêkan Bû

Serokê Amerîkayê Donald Trump ku operasyona leşkerî ya Amerîkayê li dijî Îranê birêkûpêkî berdewam dike.

Trump li baxçeyê Koşka Sipî îro Çarşemê ligel rojnamevanan axivî û got: "Wekî hûn dizanin em tiştekî dikin ku kesekî bawer nedikir ku pêkan be. Artêşa me ya herî baş e. Ew ya herî bihêz li cîhanê ye."

Serokê Amerîkayî got ku artêşa Amerîkayê bi tundî li rejîma Îranê dide.

"Ev rejîmek e ku 47 salan binpêkirinan dike. Gelek xelk kuştiye û êşkence kiriye," Trump got.

Serok Trump da zanîn ku asta Operasyona Hêrsa Dastanî, ku 28'ê Sibatê destpê kir, dê berdewam bike heta ku Amerîka armancên xwe bicih bîne.

"Hêza wan ya asmanî nemaye, hêza wan ya deryayî nemaye, amûrên wan ên dijî mûşekan nînin, radarên wan nînin, rêberên wan hatine kuştin," Trump got û diyar kir ku "Em dikarin ji wilo xirabtir jî bi serê wan bînin," Serokê Amerîkayê got.

Trump herwiha got ku hinek tişt hene eger artêşa Amerîkayê li Îranê bike, "dê di nav demjimêrekê bicih bê û ewê yekcar nikaribin wî welatî jinûve ava bikin."