Trump: Petrol Diherike, Cîhan Ewle Dibe û Aborî bi Hêz Dibe

Serok Donald Trump, G7, Frensa 16 Hezîran, 2026.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê got ku mercên aborî û ewlehîyê li welêt bi awayekî erênî pêşve diçin.

Trump li ser platforma xwe ya Truth Social got: "Hilberîn û firotina neftê berdewam e û Îran nikare çekên navokî bi dest bixe."

Serok Trump da zanîn ku "ev rewş dê bibe sedema ewletirbûna cîhanê." Ev gotin di demekê de tên piştî ku rêveberîya Amerîkayê li ser peymanekê bi Îranê re ji bo sînordarkirina bernameya navokî Yadaştnameyeke Lihevhatêgihîştinê îmze kiriye.

Herwiha Trump got ku bazarên borsayê bi hêz in, derfetên karan gihîştiye astek bilind û bihayê tiştan jî kêm dibin. Di heman demê de, piştî nîşanên aramîyê di girjîyên navbera Amerîka û Îranê de, nirxên neftê kêm bûn û bazarên darayî nîşanên aramîyê dan.

Serok Trump herwiha got ku Amerîka niha “ji her demê bihêztir, ewletir û rêzgirtîtir e.”

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê piştrast kir ku Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê ya di navbera Amerîkayê û Îranê de hatiye îmzekirin û roja Çarşemê êvarê dikeve di warê cibicîkirinê de.

Serok Trump ev yek ragihand piştî ku li hilcivîna koma G7 gotûbêjên xwe bidawî kirin û li Vêrsay ya Frensayê Yadaştnameya lihevtêgihîştinê ya bi Îranê re bi amadebûna serokê Frensayê Emmanueal Macron îmze kir.