Trump: Amerîka di Zîrekîya Destkird de li Pêş Çînê ye

Serokê Donald Trump îro Yekşemê ragihand ku Amerîka di warê teknolojîya Zîrekîya Destkird de di pêş welatê Çînê de ye.

Rapid Response 47, ku hesabê fermî yê Koşka Sipî ye li ser platforma X’ê, vîdyoyeka Trump belav kir ku tê de behsa Zîrekîya Destkird dike.

Serok Trump got, "Di warê zîrekîya destkird de em li pêşiya Çînê ne.”

“Em welatê herî pêşketî yê cîhanê ne û bi rastî, ez dixwazim rewş bi vî awayî bimîne, ji ber ku yê di warê Zîrekîya Destkird de bi ser bikeve, ew ê bi ser bikeve," Trump got.