Trump: Niha Ez Rêveberê Banka Îranê Me

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê di hevpeyvîneke telefonî de ligel televîzyona 'Real America’s Voice" li ser çend mijaran axivî. Wî di derbarê aborîya Îranê de got “Niha ez birêveberê banka Îranê me.”

Serok Trump dema ku li ser pereyên Îranê axivî, got ku “gelek dirav heye, lê ew di bin destê Amerîkayê de ne û nikarin destê xwe bigihîninê.”

Dema ku li ser danûstandinên ligel Îranê jê hat pirsîn, Serok Trump got “Ez êdî ligel wan danûstandinan nakim, ew ne rastîbêj nînin.”

Wî herwiha got ku bihayê pereyê Îranê ketî ye û ew nikarin mûçeyê serbazên xwe jî bidin. Emê êdî wê stratejîya ku aborîya Îranê têk dibe, bidomînin.

Trump got ku hemû aborîya Îranê tevlîhev bûye û nikarin çareser bikin. Wî tekez kir ku ew nikarin alîkarîya aborî jî ji kesî bistînin û çi tiştên wan hebin jî, ji alîyê Amerîkayê ve dest danîne ser.

Di dawîyê de, Trump got “Yek armanca min hebû, ew jî ku divê Îran nebe xwedîyê çekê navokî. Niha nikarin destê xwe bigihînin navok ê.”