Peyama Serokatîya Amerîka di Hefteya Niştîmanî ya Qurbanîyên Tawanan de

Serok Trump di Dema Pêşkeş Kirina Gotarekê de

WASHINGTON — Koşka Spî di malpera xwe de, îro Duşemê 20'ê Nîsanê peyama serokatîya Amerîkayê ya ser Hefteya Niştîmanî ya Qurbanîyên Tawanan weşand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyamekê de ji bo Heftiya Qurbanîyên Tawanan got ku hikûmeta wî piştgirîya xwe ji hemû qurbanîyên sûcan re dubare dike û soz dide dadwerî bi hemû hêza xwe were pêkanîn.

Serok Trump got, “Çîrokên wan hêzê didin min ku dadê bi lez û bêrawestan li dijî tawankaran pêk bînim.

Wî got, “Tu nikarî bi azadî bijî heke li taxê te tirs hebe.”

Serok Trump di peyamê de îşaretê bi karên ku di serdema rêveberîya wî de hatine kirin dide û dibêje, "gelek gavên girîng hatine avêtin, di nav de zêdekirina ewlehîyê li sînor û şandina hêzên federal bo bajarên ku bi tawanên zêde têne naskirin."

Li gorî Trump, ev tedbîr bûn sedem ku rêjeya tawanan, bi taybetî kuştin, di bajarên mezin de kêm bibe, û şert û mercên jiyanê baştir bibin.

Wî her wiha got, “Amerîka niha ji her demê ewletir, bihêztir û aramtir e.”

Serok Trump tekez dike ku hikûmeta wî dê her dem li gel qurbanîyan, malbatên wan û civakên ku ji tawanan hatine bandor kirin raweste û berdewam be di parastina ewlehîyê û dadê de.