Serok Trump Dibêje, Teqekirina Îşev Têkilî bi Şerê Îranê re Tune ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî teqekirina li şîvxwarina Komeleya Peyamnêrên Koşka Spî li Washington Hilton roja Şemiyê bi şev li Koşka Spî civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serok Trump got “êrîşkar hat girtin; kesek nexweşe ji Kalîforniyayê ye."

Trump got, “Ev bûyer ji alîyê hêzên ewlehiyê ve hat kontrolkirin û bi şêweke lezîgîn hat çareser kirin.”

Serok Trump got ku zilamek bi gelek çekan êrîşî xalek kontrolê ya ewlehiyê kir û ji hêla hin "endamên wêrek ên Xizmeta Veşartî" ve hat girtin û kontrolkirin. Wî pesnê efseran û hêzên ewlehîyê da, û got ku wan bersivek pir lezgîn da û bûyer kontrol kir.

Trump got, wî ferman daye ku wêne û vîdyoya gumanbarê êrîşakr li ser platformên bi şêweke zelal werin weşandin.

Serok Trump got ku teqe li efserekî hat kirin ew birîndar bû, "Ew ji dûr ve, bi çekek bihêz hate gulebarankirin, û êlekê parastinê yê li xwe kirbû ew parast," wî got.

"Ez bi efser re axivîm, ew pir baş e, moralê wî bilind e, û me jê re got ku em ji wî hez dikin û em rêzê li wî digirin," Trump got.

Serok Trump got ku ev ne cara yekem e ku komara me rastî bûyerên weha tê, wî got di salên dawî de ji hêla terorîstan ve tê hwla kûştina wî hatîye kirin bûyera li Butler, Pennsylvania, û dûv re li Palm Beach, Florida qewimî weke mînak anîn.

Serok her wiha ji bo performansa wê spasiya xanima yekem Melania Trump kir. Serok tekez kir ku wî pir îsrar kirîye ku merasîma îşev pêk were û ew naxwaze rê bide kesên mîna êrîşkar bandorê li civaka Amerîkî bikin, lê li gorî protokolê, merasîm diviyabû biqede û merasîm dê ji bo demek din were plankirin.

Serok Trump, di bersiva pirsa rojnamevanekî de got ku ew bawer nake ku gulebaran bi operasyonên leşkerî yên li dijî Komara Îslamî ya Îranê ve girêdayî be.

Birêz Trump got ku ev mirovên "şêt û nexweş in" xuya ye ku êrîşkar bi tena serê xwe tevgeriyaye, Karbidest niha lêpirsînê li ser bûyerê berdewam dikin.