Trump: Ji ber Hinek Gefan Me Firokên B-1 ji Brîtanyayê Vekişandin

Serok Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump Duşemê bi şev piştrast kir ku Amerîka hemû firokên xwe yên B-1 ji bingeha esmanî ya Fairford a li Brîtanyayê vekişandine, û ev biryar ji ber "hinek gefan" hatîye standin.

Serok Trump herwiha da zanîn ku ew bawer dike rejîma Îranê berpirsyara êrîşa terorîstî ya li ser geşta FlyDubai ye.

Trump got ku "hinek gef hebûn. Em li şûna ku dijmin hêrs bikin, em wan digirin û têk dibin. Lê çima divê em wan li wir bihêlin? Ji ber vê yekê me cihên wan hinekî guhertin û ew veguhestin cihekî ne pir dûr."

Serokê Amerîkî hûrgilîyên wan gefên ku behs dike eşkere nekirin, lê dema jê hat pirsîn bê ka Îranê dron birine Brîtanyayê yan na, wî got: "Eger wan karekî wiha kiribe, wê encam ji bo wan pir xirab be."

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance doh Duşemê ragihand ku firoke ji bo ewlekarîyê hatine vekişandin û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî got ku ev gav beşek ji tevgera asayî ya leşker û alavan e.

Berî daxuyanîyên Serok Trump, du karbidestên bilind ên rêveberîya Amerîkayê gotin ku vekişandina van firokên şer ji Brîtanyayê karekî asayî ye û tenê ji bo parastina zêdetir hatîye kirin.