Trump: Eger Dîplomasî bi Îranê re Neçe Serî Emê Vegerin Şer

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ji Axiosê re ragihand ku wî biryar daye ku êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê rawestîne, da ku demê bide danûstandinan ligel Îranê.

Serok Trump îro Duşemê ji Axiosê re tekez kir ku eger dîplomasî bi ser nekeve ew dikare fermanê bide ku operasyonên leşkerî yên li dijî rejîma Îranê yên berfireh dîsa destpê bikin.

Li gor Axiosê, Serokê Amerîkayê got, “Danûstandinên me ligel Îranê hene. Eger ev danûstandin bi ser nekevin, emê vegerin ser operasyonên leşkerî yên tund.”

Serok Trump roja Înê biryar da ku êrîşan rawestîne, ji ber ku Qeter û Pakistanê, wek du welatên navbeynkar, jê xwestibûn ku demê bide danûstandinan.

Danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de, li ser vekirina Tengava Hormuzê û peymana navokî ne.