Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku Amerîkayê ligel Îranê danûstandinên baş hene.
Serok Trump di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News got ku ew naxwaze pir û bingehên elektrîkê yên Îranê bike armanc.
Serokê Amerîkayê derbarê Îranê eşkere kir ku “Danûstandinên me yên baş hebûn,” û hişyarî da ku Îran êdî nikare “peymanan xira bike.”
Trump îro Sêşemê dê ligel Serokwezîrê Benjamin Netanyahu bicive û tê çaverêkirin ku mijara serekî ya civînê bêhtir li ser Îranê be.
Di hevpeyvîna Fox News de, ji Serok Trump li ser planên wî û Netanyahu yên ji bo lêdana Çîyayê Pîkaksê hat pirsîn, Trump got: "Ez baş dizanim ka li Pîkaksê çi diqewime. Ew ne pirsgirêkeke mezin e. Me cihên wan ên navokî rûxandin, û eger em negihêjin peymanekê, divê em Pîkaksê jî xira bikin.”
Serok Trump tekez kir ku “Eger çênebe, emê hêsan wê derê ji holê rakin."