Trump: Rejîma Îranê Ber bi Ketinê ve Diçe û Krîzeke Mezin a Mirovî Heye

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê li ser platforma Truth Social peyamek belav kir û rexneyên tund li rejîma Îranê girt.

Serok Trump ragihand ku gelek leşkerên Îranê mûçeyên xwe wernagirin û di heman demê de li wî welatî zext û tundîya li ser xwepêşanderan zêdetir bûye.

Trump got ku "Komara Îslamî ya Îranê ber bi ketinê ve diçe. Ew mûçeyên gelek leşkerên xwe nade. Di heman demê de, ew xwepêşanderan bi hovîtî dikuje, heta gava ku ew bêdeng in û çalakîyan jî nakin."

Serokê Amerîkayê got ku “Ev krîzeke mirovî ya gelekî mezin e û divê ji niha ve bê rawestandin.”