Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê 8’ê Îlonê di merasîmeke bîranîna êrîşên 11’ê Îlonê de ragihand ku Îran nêzîkî çêkirina çêkê navokî bûbû, lê niha ti derfet ji bo wan nemane ku bigihîjin wî çekî.
Serok Trump got, "Îran ti carî nabe xwedîyê çekê navokî, û ew bi giranî hatine cezakirin."
Serokê Amerîkayê herwiha behsa karên artêşa Amerîkayê kir û got “Me bi giranî êrîş bir ser wan. Tiştê ku artêşê me kirîye, nayê bawer kirin.”
Serok Trump herwiha got: "Ev dorpêç ewqas bi hêz û serkeftî bû ku kesî bawer nedikir dê bi vî rengî biser keve."