Trump: Îran Berîya Hilbijartinên Amerîkayê Bihayê Petrolê Bilind Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îran berîya hilbijartinên nîvdemê yên Amerîkayê her tiştî dike da ku bihayê petrolê bilind bike.

Trump roja Pêncşemê li ser platforma xwe ya medya civakî Truth Social eşkere kir ku Îran nûçeyên derew li ser êrîş û mayînên deryayî belav dike.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ev îdîa ne rast in, ji ber ku niha ji "Tengava Hormûzê bêhtir petrol derbas dibe, heta ji dema berîya destpêkirina şer jî zêdetir."

Trump bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ji alîyê Tehranê ve û got ku rejîma Îranê kuştina xwepêşanderan û her kesê ku li pêşîya wan bibe asteng didomîne.

Wî di berdewamîya peyama xwe de rejîma Îranê wekî "rejîmeke hov" pênase kir û hêvî kir ku Amerîka û cîhan bi hovîtiya wan bihesin.

Li gorî îddîaya Trump, rejîma Îranê di kêmtirî heşt mehan de herî kêm 75,000 xwepêşander kuştine.

Di dawîya peyama xwe de, Trump hişyariyeke tund da û dubare kir ku Îran ti carî nabe xwedîyê çekên navokî.