Serok Trump ji bo Civîna Hevkarîya Aborî Digihe Çînê

Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê 18ê Mijdarê gihîşte Çîne û serokê Çînê Xi Jinping li firokxaneyê pêşwazîya wî kir, bi heman şêweyê ku Trump di meha Îlonê de pêşwazîya Xi li firokxaneyê kiribû.

Biryar e ku ew roja Pêncşemê li kêleka civîna Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê li navenda teknolojîyê ya başûrê Çînê Shenzhen bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicivin.

Dibe ku şerê Rûsya li Ukraynayê, girjîyên navbera Amerîka û Îranê, û her weha xalên din ên aloz ên wekî bazirganî, jîrîya bala û çekên navokî nîqaş bikin.

Civînê berhevdanek bi Konferansa Yaltayê ya 1945’an a di navbera Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Sovyetê de, derxistiye holê, ku tê de herêmên bandorê hatibûn kêşandin, û bingehên sîstema cîhanî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatibûn danîn.

Kombûna hersê serkirdeyan bûye cihê xemên hin paytextên Ewropî û Asyayî ku ditirsin hêzên leşkerî yên herî mezin ên cîhanê berjewendiyên wan paşguh bixin.