Balyozê Amerîka yê li Tirkîyê û Nûnerê Taybet yê Amerîka ji bo Sûrîyê Tom Barrack îro Pêncşemê peymake medya civakî ya serokê Amerîkayê Donald Trump parve kir ku balê dikişîne ser Surîyê.
Di peyamê de bal tê kişandin ser egera ku Sûrîyê ya ku bibe navendeke bazirganî û enerjîyê ya herêmî û bibe rêgeheke alternatîv ya Tengava Hormuzê.
Di wê postê de, Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social raporteke Washington Postê parve kiribû.
Raport behsa hewlên Sûrîyê dike, ku xwe jibo veguhezîna petrol û kelûpelan wekî korîdoreke bejahî bi cih bike, di demeke de ku jiber rageşîyê veguhestina deryayî ya ji li Tengeva Hormuzê rûbirûyê astengîyên girîng e.
Trump li ser raportê wiha nivîsî: “Ev pir baş e!”
Li gor Washington Postê, ji Nîsanê ve bi hezaran tankerên petrolê ji başûrê Îraqê, ji ser rêkên bejayî yên Sûrîyê dibin bendera Banyasê ya li Derya Sipî.
“Di demeke ku welatên Kendavê li alternatîvên Tengava Hormuzê digerin, Sûrîye dixwaze vê rêgehê berfireh bike,“Washington Post dibêje.
Rapor herwiha behsa projeya xeteke borîya petrolê ya bi 5.7 mîlyar dolarî jî dike, ku ji Besrayê ya li başûrê Îraqê heta bendera Banyasê dirêj dibe.
Washington Post dibêje ku li gor wê planê, ev xeta dikare di siberojê de rojane nêzî 2 mîlyon bermîl petrolê veguhezîne. Rêvebirîya Trump di Tîrmehê de jibo projeya bi pêşengîya kompanîya Chevronê re, piştgirîya xwe ragihandibû.
Balyoz Barrack jî gotibû ku ew proje dikare bibe alîkar ku Tengava Hormuzê “êdî ne girîng be.”