Serok Trump Nameyekê ji Serokê Herêma Kurdistanê re Dişîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi helkefta cejna Newrozê nameyeke pîrozbahîyê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani re şand.

Serokatîya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de îro Şemîyê ragihand ku Serok Trump di nameya xwe de nivîsî ku “Newroz, pîrozbahîya hatina buharê ye û herwiha gewdekirina serkeftina ronahîyê dijî tarîtîyê ye. Ev cejna kevnar rengdana salane ya hêza destpêkên nû ye.”

Serokê Amerîkayê dua kir ku cejna Newrozê "bibe egera bihêzkirina nirxên aştî û rûmeta mirovan û sersaleke tijî xêr û xweşî be."

Serokatîya Herêma Kurdistanê ragihand ku serokê Amerîkayê di dawîya nameyê de bi zimanê Kurdî nivîsî “Newroz pîroz be.”

Hêjayî gotinê ye ku ev name di dema cejna Newrozê de hatîye şandin lê niha gihîştîye destê Serokê Herêma Kurdistanê.