Trump, Piştî Pêketina bi Koronayê, Plan Dike Helmeta Xwe Berdewam Bike

Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump plan dike îro Şemiyê bi awayekî kesayetî helmeta xwe ya hilbijartinê bedewam bike, piştî ku bi vîrusa COVID-19 ketibû ûbo nexweşxaneyê hatibû veguhestin.

Trump bêhtirî hefteyekê dûrî helmeta xwe y hilbijartinê ketibû, di demekê de ku hilbijartinên roja 3 yê meha Çirya paşîn nêzîk dibine.

Rapirsiyên nerînan diyar dikin ku kandîdê demokrat Joe Biden li ser asta tevahiya Amerîka di pêş Trump de ye, lê ciyawazî kêm e li hin wîlayetên ku dê rolekê di encamên hilbijartinan de bilîzin.

Trump, divê hîn rêkirina dawî ya başbûna temam ji vîrusa koronayê ji tîma xwe ya tenduristî werbigre, lê tenduristiya wî êdî rê dide ku ew îro Şemiyê tevlî karê giştî bibe. Çavlirê ye ku ew îro Şemiyê li Koşka Spî axaftinekê pêşkêş bike.

Roja Duşemê Trump plan dike ku li wîlayeta Florida tevlî helmeteke hilbijartinê bibe. Pêwîst e Trump li wîlayeta Florida bi serkefe, wek mercek ji bo qezenckirina cara duyem a serokatiyê.

Di hevpeyvînekê de li ser kenala FOX News, Trump roja Înê gotibû ku wî careke din têsta koronayê kir, lê wî encama têsta xwe diyar nekir. Trump her wiha got ku wî derman rawestandine û ew hest bi hêzeke baş dike.

Trump û rêveberiya wî rastî rexneyan dibin li dor danûstandina wan bi koronayê re û awayê bikaranîna maskan û dûrbûna civakî di Koşka Spî de, bi taybetî di van çend rojên borî de.

Kandîdê demokrat Joe Biden bi tundî Trump rexne kir li dor biryara berdewamkirina niha ya helmeta hilbijartinê.

Kandîdê Demokrat Joe Biden

Wî li bajarê Paradise ê wêlayeta Nevada li pêş peyamnêran ji Trump re got:

“Şansekî baş. Ez dê diyar nebim eger tu maskê bi kar neyînî û xwe hinekî dûr nexî.”

Biden dê îro Şemiyê biçe barajê Erie yê wîlayeta Pennsylvania, wîlayeta ku Trump di sala 2016an de, bi ciyawaziyeke hindik li beramber Hillary Clinton li wir bi ser ket.

Jêder: Reuters