Trump Dibêje Wî Serdana Şanda Amerîkî bo Pakistanê Betal Kiriye

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê ragihand ku danûstandkarên Amerîkî Steve Witkoff û Jared Kushner nema ji bo danûstandinên ligel Îranê diçin Pakistanê.

Trump li ser platforma Truth Social got: "Min serdana nûnerên xwe yên ku diçûn Îslamabada Pakistanê ji bo kombûna ligel Îranîyan betal kir. Gelek wext ji bo rêwîtîyê winda dibe, gelek kar."

Serokê Amerîkayî herwiha diyar kir ku "Ji bilî vê jî, di nav 'rêberîya wan' de nakokî û tevlihevîyeke mezin heye. Kes nizane kî berpirs e, ew bixwe jî nizanin. Herwiha, hemû kart di destên me de ne, wan tiştek tuneye! Eger ew dixwazin biaxivin, dikarin peywendîyê bikin."

Trump berî vê postê ji kanala Fox News re gotibû ku lê ne hêja ye nûnerên wî bo vê geşta dirêj biçin paytexta Pakistanê.

"Min berî kêlîkekê ji xelkê xwe re got, 'Na, hûn geşteke 18 demjimêrî nakin ji bo biçin wir. Me hemû kart hene. Ew dikarin her wexta ku bixwazin peywendîyê bi me re bikin, lê hûn nema bi wê geşta 18 demjimêrî diçin da ku hûn herin rûnin û behsa tiştekî nekin,'" Fox News li ser zarê Trump got.

Hate ragihandin ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî ji paytexta Pakistanê, Îslamabad, vegerîyay Tehranê piştî ku roja Şemîyê ligel serokwezîrê wî welatî kom bûbû.