Serokê Amerîkayê Trump û xanima yekem Melania Trump li Koşka Spî di merasîmeke taybet de pêşwazîya şahê Brîtanya Charles û şahjin Camilla kir.
Di axaftina pêwazîyê de, serok Trump got,”Îro, em li 250 salên borî temaşe dikin, ka em bi bîr bînin tiştê ku hîşt welatên me bibin herdu welatên herî bêhempa yên ku cîhanê dîtine.”
Trump spasîya şah Charles kir ji bo vê serdanê û got, ”em pir serbilind in bi vê serdana girîng.”
Serokê Amerîkî anî ziman ku “Amerîkîyan dostên nêzîktir ji Brîtanîyan nebûne. Em heman rehan parve dikin, heman zimanî diaxivin, heman nirxan hildigirin, û şervanên me bi hev re berevanîya heman şaristanîya bêhempa kir, di bin alayên cêwî yên sor, sipî û şîn de.”
Şah Charles û şahjin Camilla doh li Koşka Spî hatin pêşwazîkirin û îro merasîmeke mezin ji wan re hate lidarxistin.
Charles 19 caran serdana Amerîkayê kiriye, lê ev serdana wî ya yekem e piştî ku bûye şahê Brîtanyayê.