Trump li Davos Pesna 'Geşepêdaneke Aborî ya Bêhempa' Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trum îro Çarşemê pesna “geşepêdana bilind ya bêhempa” ya aborî da ku rêvebirîya wî di sala yekê ji serokatîya Trump de pêk anîye. Wî got geşepêdana aborî ya “herî bilez” li Amerîkayê dibe.

“Ez bi nûçeyên pir sersam ji Amerîkayê tên kombenda cîhanî ya aborî îsal. Do salvegera yekemîn ya destpêka serokatîyê bû, û îro piştî 12 mehan li Koşka Sipî, aborî pêş dikeve, geşepêdan diteqe, berhemdan bilind dibe, weberhênan zêde dibe, dahatin bilind dibin, enflasyon têk çûye, sînorê me ku berê vekirî û metirsîdar bû êdî girtî, û nayê derbaskirin,” Trump ji rêberên cîhanê re got.

Serok Trump got ku Amerîka niha li nav guhertina herî bilez û dramatîk ya aborî di dîroka welatê me de ye.

Wî got ku di sê mehên borî de, enflasyona bingehên li Amerîkayê tenê 1.5% bûye, li dema ku tê çaverêkirin geşepêdana di çarîka çaremîn ya salê 5.4% be.

“Li jêr rêvebirîya Biden, Amerîka rastî kabûsa geşepêdana nizim û enflasyona bilind bûbû. Lê niha, tenê piştî salekê ji siyasetên min, em tiştên bi tevahî berevajî wê yekê dibînin. Hema enflasyon nema ye û geşepêdaneke aborî ya bilind ya bêhempa heye,” Trump got.

Trump herwiha pesna serkeftina yek ji însîyatîvên xwe yên siyaseta derve kir, ku ew jî danîna bacên gumrikê li ser hevparên bazirganî.

“Di salekê de, min kêmbûna bazirganî ya mehan bi rêjeya 77% daxist, û ev hemû bê enflasyon bû. Tiştek bû ku her kesî digot nayê kirin,” serokê Amerîkayî got.

Trump behsa rola karîger ku Amerîka di aborîya cîhanê de dilîze kir û got: “Amerîka dînemoyê aborî yê cîhanê ye. Gava ku Amerîka geş dibe, hemû cîhan geş dibe.”

Serok herwiha tekezî li ser heza Amerîkayê kir ku Greenland bi mebesta ewlekarîya niştimanî bidest bixîne.

“Tenê Amerîka dikare vî parçeyê mezin yê erdê biparêze... Ev e sedema ku ez daxwaza danûstandinên demûdest bikim ji bo dîsa bidestxistina Greenland ji alîyê Amerîkayê ve gotûbêj bikin. Dê ev yek nebe metirsî bo NATOyê, lê belê dê zêde ewlekarîya hemû hevpeymanîyê baştir bike,” wî da zanîn.

Axaftina Trump di demekê de tê ku hewlên xurt ji alîyê rêvebirîya ve tên kirin bo dawîkirina şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku sala 2022an destpê kir dema ku Rûsya êrîş bir ser Ukraynayê.