Trump: Amerîka bi Venezuelayê re Mezintirîn Peymana Petrolê Îmze Kir

Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê ragihand ku Amerîkayê bi welatê Venezuelayê re peymana herî mezin a petrolê di dîroka cîhanê de îmze kir!

Serok Trump li ser platforma Truth Social got, “Bi rênimaya min, Wezîrê Derve Marco Rubio û Wezîrê Şer Pete Hegseth, bi hevkarîya Seroka Demkî ya Bilind a Venezuelayê, Delcy Rodriguez, û bi rêya hevkarîyeke bi kerta taybet re, kontrola Amerîkayê ya piranîya zêdetirî 65 milyar bermîl petrolê yedek ê piştrastkirî li Venezuelayê hate misogerkirin.”

Trump bal kişand ser wê yekê ku ev peyman dibe bêyî ku giranîyek li amerîkîyên ku bacan didin hebe.

“Ev peymana dîrokî ya ku duqatan zêdetirî yedekên petrolê yên Amerîkî ye, dabînkirina me ya petrolê pir zêde dike, û dê bihayên sotemenîyê ji bo hemî Amerîkîyan di siberojêde pir kêm bike, û di heman demê de dê alîkarîya berdewamkirina danîna Venezuelayê li ser rêyeke ber bi serkeftinek mezin û geşepêdaneke mezin ve, bike,” Serok got.

Trump her wiha anî ziman ku ev peyman “dê têkilîya, ku berê jî pêş dikeve, di navbera Venezuela û Wîlayetên Yekbûyî de pir xurt bike! Spas ji bo baldarîya we ya li ser vê mijara bêhempa.”

Trump axaftina xwe bi hevoka ”Amerîkayê Dîsa Mezin Bikin!” bidawî anî.