Trump Koma Hûsî Wekî Rêxistineke Terorîst Destnîşan Dike

Serokê Amerîkî Donald Trump roja Çarşemê koma Hûsî li Yemenê careke din wekî rêxistineke terorîst destnîşan kir.

Koşka Sipî di daxuyanîyekê de got ku "çalakîyên Hûsîyan gefeyê li ewlekarîya sivîlên Amerîkî û karmendên li Rojhilata Navîn dikin û herwiha gefeyê li hevparên me yên herêmî yên herî nêzîk û aramîya bazirganîya deryayî ya cîhanî dikin."

Hûsî, ku piranîya Yemenê kontrol dikin, ji Mijdara 2023’an ve bêtirî 100 êrîşan birine ser keştîyên li nav Deryaya Sor. Ew dibêjin, ev êrîş jibo piştgirîya Filîstînîyan e derbarê şerê Îsraîlê yê dijî Hamas li Gazayê. Wan herwiha du keştî binav kirine, destê xwe danîne ser yekê û herî kêm çar deryavan kuştine.

Di dema yekê ya serokatîya xwe de, Trump koma Hûsî wekî rêxistineke terorîst destnîşan kiribû, lê di sala 2021’ê de serokê wê demê Joe Biden ew destnîşankirin rakiribû jibo çareserkirina krîza mirovahî li Yemenê. Lê piştî zêdebûna êrîşên wan li Deryaya Sor, Biden sala borî dîsa ew kom wekî “Rêxistineke Terorîst ya Cîhanî ya Taybet” destnîşan kiribû.

Rêvebirîya Trump got ku ewê Amerîka ligel hevkarên herêmî bixebite jibo tunekirina karînên Hûsîyan û birîna çavkanîyên wan û “dawîyê li êrîşên wan ser karmend û sivîlên Amerîkî, hevparên Amerîkayê û bazirganîya deryayî li Deryaya Sor bîne.”

Ev destnîşankirin dê herwiha bibe sedema lêvegereke berfireh ser hevparên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên nehikûmî û kontrakterên li Yemenê kar dikin, li gor Koşka Sipî.

“Serok dê fermanê bide USAID (Ajansa Amerîkî ya Geşedana Navnetewî) ku peywendîya xwe ligel wan alîyan bidawî bike, ewên ku pere dane Hûsîyan, yan jî dijberîya hewlên navnetewî bo rûbirûbûna Hûsîyan kirine, li dema ku ew çavên xwe ji ser terorîzm û binpêkirinên Hûsîyan digirin,” Koşka Sipî diyar kir.

Jêder: Reuters