Serok Trump bo Hilcivîna NATO’yê li Enqerê Ye

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Balafirgeha leşkerî ya Enqerê pêşwazîya Serokê Amerîka Donald Trump dike, 7’ê Tîrmeha 2026’an.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ji bo beşderîya Hilcivîna 36’an ya NATO’yê gihîşt paytexta Tirkîyê Enqerê.

Trump li firokxaneya Enqerê ji alîyê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Tirkîyê li ser xalîyeke şîn disekinî dema ku Trump ji firokeya Air Force One dadiket. Piştî silavên bi dest, Trump destê xwe danî ser milê Edrogan û bi hev re meşîyan.

Biryar e herdu serok li qesra Erdogan, Beştepeyê, hevdîtinekê pêk bînin.

Hilcivîna 36’an ya NATO’yê ya li paytexta Tirkîyê, Enqerê, îro Sêşemê destpê bi awayekî fermî destpê kir, tê de rêberên her 32 welatên endam beşdar dibin.

Hilcivîna li Enqerê bi mêvandarîya Erdogan û bi seroktîya Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte tê darxistin û du rojan berdewam dike.

Ji bilî welatên endam, hejmareke rêberên welatên ne endam jî hatine vexwendin.

Li Enqerê pîvanên ewlehîyê yên berfireh hatine girtin. Di Hilcivîna 2 rojî de, wê mijarên ewlehîyê yên cîhanî û herêmî werin nîqaşkirin ku wê siberoja hevpeymanîyê dîyar bike.