Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku dibe ew ji Tirkîyê bixwaze ku beşdarî destwerdaneke leşkerî ya pêkan ya li Yemenê bibe da ku piştgiriyê bide Erebistana Saûdî.
Donald Trump ev daxuyanî di 13ê Cotmehê de, li ber Koşka Spî da.
Di bersiva rojnamevanek Halk TV’ê de, derbarê egera beşdarîya Tirkîyê di operasyoneke pêkan a dijî Hûsîyan de, Trump got: “Dibe ku bixwazim.”
Trump got, “Dostîyeke me ya pir baş heye. Ez gelek rêzê ji wî re digirim. Û Serok Erdogan wê tiştê ku ez jê bixwazim bik.”
Trump li ser mijarê zêdetir agahî nedan, lê piştrast kir ku wî di heman rojê bi Şahê Cîgir ê Erebistana Saûdî Mihemed bin Selman re axivîye.
Di girjîya çekdar ya vê dawîyê bi Hûsîyan re, Washingtonê piştgirîya îstixbaratî û şêwirmendên leşkerî ji Erebistana Saûdî re peyda kirine.
Egera destwerdana leşkerî ya rasterast a Amerîkayê, piştî êrîşeke li ser balafirgeheke Riyadê ku tê de welatiyekî Amerîkî hat kuştin, hatiye rojevê.
Tirkîyê êrîşên Hûsîyan şermezar kirine û jibo Erebistana Saûdî piştgiriya xwe re ragihandîye.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku Enqere amadekarîyan dike da ku peymana Mekke ya berevanîyê bi Erebistana Siûdî û Pakistanê re, jibo pejirandînê pêşkêşî parlamentoyê bike.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê dîyar kir ku peymana Mekkeyê a hevbeş were pêşkeşkirinê parlemanê û jibo avakirina çarçoveyeke sazûmanî ya berevanîya hevbeş û hevkarîya herêmî bi îmzakerên peymanê xebat didomin.
Lê, wezîrê derve yê Tirkîyê Hakan Fidan, di 8’ê Cotmehê de, gotibû ku Tirkêye ewê leşkeran neşîne axa welatekî din da ku li wir êrîşekê pêk bîne.
Hejayê gotinê ye ku di derbarê şandina hêzên Tirkîyê an di çarçoveya peymana Mekkeyê de, operasyoneke hevbeş a dijî Hûsîyan, ti biryarekî fermî nehatiye ragihandin.