Serok Trump Derbarê 'Ketina Firokeke Cengê' Hatiye Agahdarkirin

F-15

Kanalên Fox News û Newsmax îro Înê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hûrgilîyên herî dawî yên ketina firokeke şer a F-15 ya Amerîkayî li Îranê hatiye agahdarkirin.

Karbidestên hikûmet û leşkerî yên Amerîkayî bi fermî hûrgilî derbarê van raportan eşkere nekirine.

Kanala CBS News radigihîne ku yek ji endamên tîma firokê ji hêla hêzên Amerîkayê ve bi serkeftî hate rizgarkirin.

Roja Pêncşemê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku îdîayên hêzên Pasdarên rejîma Îranê derbarê xistina firokeke cengê ya F-35 a Amerîkayê ne rast in.