Serokê Amerîka Donald Trump di platforma Truth Social de peyamek tund arasteyî Îranê kir û got "Roja Sêşemê dê roja navendên enrjiyê, roja piran be, li Îranê, her hemû dê di yek roj de be. "
Serok Trump berê jî hişyarî da Îranê ku eger di 48 demjimêrên dahatî de Tengava Hormuzê veneke ewê derîyê dojehê li rejîma Îranê vekin.
Trump got, “Yan rêya deryayê vekin… yan jî hûn ê di dojehê de bijîn – li bendê bin û temaşe bikin!"
Operasyona hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ku di 28ê Sibatê de li dijî rejîma Îranê dabû destpêkirin bi dijwarî berdewam dike, Trump bi domdarî bang li rejîma Îranê dike ku Tengava Hormuzê veke eger na binesaziya wê dê rastî êrîşên giran û kes nedîtî were.
Di peyameke din de ku tekezê li ser rizgarkirina firokevanê din yê Amerîkî dike Donald Trump di Truth Social de peyamek nû weşand û dibêje " Me efserê tîma F-15ê ku bi giranî birîndar e û bi rastî jî wêreke, ji kûrahîya çiyayên Îranê rizgar kir. Artêşa Îranê bi hejmareke mezin bi baldarî digerîya û nêzîk dibû. Ew Kolonelekî pir rêzdar e. Ev cûre operasyon kêm caran tê kirin ji ber metirsîya li ser mirov û alavan."
Trump got "Ez ê roja Duşemê, demjimêr 13:00an, bi Artêşê re li Ofîsa Oval Konferanseke Çapemenîyê li dar bixim."
Li Dawîya peyama xwe Trump dibêje "Xwedê leşkerên me yên bihêz biparêz e."
Ji hejî gotinê ye ku serok Trump di peyameke xwe de serê sibeya Yekşemê agahî derbarê rizgarkirina firokevanê din yê Amerîkî ragihandbû, ku firoka wan di nava axa Îranê de ketibû xwarê.