Trump: Îranê Soz Daye ku ne Çekên Navokî Çêbike û ne jî Bikire

U.S. President Donald Trump participates in a cabinet meeting, at the White House

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Îranê soz daye ku ew ê bi çekên navokî re mijûl nebe, û ev yek xala sereke ya nakokîyê ye di danûstandinên bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn de.

Di hevpeyvînekê de bi Fox News re, Trump şeva borî got ku danûstandinên navbera Washington û Tehranê pêşve diçin û armanca sereke ew e ku Îran ji gihîştina çekên navokî were astengkirin.

Serok Trump got ku wî ji Tehranê garantî wergirtiye ku "ew ê çekên navokî nebe, ne bikire û ne jî çêbike."

Serokê Amerîkayê herwiha got ku ew nêzîkî "lihevkirineke baş" in, lê bal kişand ku hîn jî danûstandin berdewam in û heta niha lihevkirineke dawî nehatiye ragihandin.

Trump tekez jî kir ku eger lihevkirin li gorî Amerîkayê nebe, ew dê bi leşkeryi bidawî bibe.