Piştî ragihandina rêkeftina aştîyê bi rejîma Îranê re, Serok Donald Trump ji bo Hilcivîna salane ya G7 ya serokên aborîyên herî pêşketî yên cîhanê gihîşt Frensayê, ku Tengava Hormuzê, aborîya cîhanî, şerê Ukrayna û Rûsyayê û zîrekîya destkird di rojevê de ne.
Serokê Frensayê Emmanuel Marcon, ku di nav serokên G7 de bû ku pêşwazîya rêkeftina di navbera Amerîka û Îranê de kir, got ku endamên G7 dê roja Sêşemê, ligel serokên welatên hevkar ên vexwendî, di nav de jî Misir, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî û Qeter, civînekê li ser Îranê bikin.
Dema ku hilcivîn roja Duşemê li bajarê havîngeh yê Frensayê Evian-les-Bains vedibe, Macron got ku girîng e Tengava Hormuzê bi awayekî aştîyane ji nû ve were vekirin, lê her weha destnîşan kir ku G7 divê li ser kêmkirina girêdana bi tengavê re bixebite.
Rêberên welatên G7, di nav de jî Almanya, Îtalya, Brîtanya û Frensa, daxuyaniyeke hevbeş weşand û pesna rêkeftinê da û wekî "demeke derfetê" ji bo vegerandina aramîya herêmî û aramkirina aborîya cîhanî, ku mijareke sereke ya Civîna Bilind e, bi nav kir.
Xaleke din a di rojevê de sînordarkirina nehevsengîyên aborî yên cîhanî û bacên gumrikê ye. Berî civînê, Serok Trump ji Frensayê xwest ku baca xwe ya dîjîtal a 3% li ser kompanîyên teknolojîyê yên Amerîkî rake û diyar kir ku Amerîka dê tedbîrên beramberî bigire.
Trump di hevpeyvînekê de ku roja Duşemê hate weşandin ji New York Post re got, "Min jê xwest ku ji kompanîyên Amerîkî bacê nestîne, û heke ew bacê bistînin, ez neçar im ku bacê 100% li ser hemî şampanya û hemî şerabên ku ji Fransayê tên deynim, ti çareyek din ji min re tune."
Macron roja Duşemê ji televîzyona bazirganî ya Frensî TF1 re got ku bacên gumrikê "ji bo kesî baş nînin, û bi taybetî bacên gumrikê di navbera welatên G7 de."
Krîza Rojhilata Navîn ku di Hilcivînê de serdest e, Serok Trump her wiha plan dike ku bi rêberên Qeter, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî û Misrê re li kêleka civînê hevdîtinên dualî bike.
Welatên G7 ev in: Amerîka, Frensa, Brîtanya, Almanya, Japonya, Îtalya û Keneda. Her wiha çend welatên ne endamên G7 jî hatine vexwendin.