Trump Pesna Vegerandina Hemî Rehîneyên Sax û Mirî Yên li Gaza Dide

Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşermê 26'ê Çile di Truth Social de peyamek weşand û di peyamê de dibêje cenazeyê rehînêyê herî dawî yê ku li Gaza bû hat vegerandin.

“Bi vê yekê her hemî rehîneyên sax û hemî termên rehîneyên mirî hatin vegerandin! Ev karekî mezin e.”

Serok Trump weha dide zanîn, ku gelek kes weha difikirîn ku bi encambûna karek weha ne mumkine, wî tîma xwe ya danûstandinên li Gazayê di navbera Îsraîl û alîyên nakokbar de pîroz kir.

Trump got, “Gelek kesan weke karekî nemûmkin didîtin, pîrozbahîya tîma jêhatî ya qehremanan dikim.”

Wezareta derva ya Îsraîlê jî, di platforma xwe ya X'ê de peyamek kurt ser vegerandina termê rehjîneyê îsraîlî yê ku li Gazayê mabû weşand û got “843 roj bûn. Ew yek pêkhat, Ran niha li malê ye, gihaye ser axa welêt.”