Nûnerên serokê Amerîka Donald Trump li Qahîreyê bi navbeynkarên Misir, Qatar, Tirkiyeyê û Îsraîlê re hevdîtinan çê dikin, da ku plana Serok Trump ya aştîyê li Xezayê pêşde bibin.
Jared Kushner, zavayê Trump, û Nickolay Mladenov, nûnerê Trump ji bo Xezayê, di hin civînan de bi berpirsên Hemasê re jî hevdîtin kirine.
Li gorî rayedarekî Îsraîlî, Kushner û Mladenov dê roja Duşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicivin.
Plana Trump daxwaza rawestandina yekser a operasyonên leşkerî li Xezayê dike. Di planê de tê pêşbînîkirin ku Hemas çekan radest bike, hêzên Îsraîlê ji Xezayê vekişin û ji bo nûavakirina herêmê rêveberîyeke sivîl a Filistînî were avakirin.
Her çend agirbest heye jî, êrîşên leşkerî li herêmê berdewam in û Îsraîl û Hemasê hevdu bi binpêkirina agirbesta heyî tawanbar dikin