Trump Rawêjkarê Almanyayê Rexne Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê rexe li rawêjkarê Almanyayê Friedrich Merz kir li dor helwesta wî ya derbarê çekên navokî yên Îranê.

Serok Trump li ser platforma Truth Social got, “Rawêjkarê Almanya, Friedrich Merz, hizir dike ku xem nake ku Îranê çekên navokî hebin.”

Trump anî ziman ku, “Ew nizane behsa çi dike! Eger Îranê çekên navokî hebana, dê tevahîya cîhanê dîl bûya.”

Wî got, “Ez niha tiştekî bi Îranê re dikim ku divê welatên din, an serokên din, demeke dirêj berê kiribana.”

“Ne ecêb e ku Almanya him ji hêla aborî ve û him jî ji alîyên din ve ewqasî xirab e,” serokê Amerîkî got.

Merz roja Duşemê gotibû ku rêjîma Îranê bêrêzîyê li Amerîkayê dike û dihêle ku karbidestên Amerîkî biçin Pakistanê û paşê bê encam vegerin.

Merz herwiha diyar kiribû ku ew nabîne ka stratejîya Amerîkayê ya derketina ji şerê Îranê çi ye.