Şivan Xabûrî: Hêzên Koalîsyonê li Herêmê Nemînin jî Îrada Gel Naşike

Weke reaksyonên pêşîn li ser helwesta serokê Amerîka û Qesra Spî derbarê vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê berpirsên siyasî û leşkerî yên Kurd û Hêzên Sûriya Demokrat dibêjin hêjî zûye em bêjin ku weha bilez dê Amerîka hêzên xwe vikişîne.

Di hevpeyînekê de nûnerê Tevgera Civaka Demokratîk TEM – DEM'ê li welatên Kendavê Şivan Xabûrî got, tiştê fermî heta niha hatî weşandin tenê twîta ku serok Trump di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de weşandî, ew jî ne zelale û nayê zanîn ka kengî û çawan dê ew hêz xwe vekişînin.

Xabûrî got, ya Yekê hêjî DAIŞ li Sûriyê bi temamî nehatîye têk birin. Ya Duyan jî em ne di wê bawerê de ne ku bê alternatîv Amerîka hêzên xwe vekişîne ji herêmê, eger ku weha bibe, şîdet û tundî ne tenê dê veger bakur û rojhilatê çemê Firatê bi belke dê hemû Sûrîyê car din vegire.

Xabûrî dîsan dibêje, dema hêzên li herêmê yên navxweyî şerê DAIŞê dikir wî çaxî ne alîkariya Amerîka ne ya hevpeymana nebû, tenê hêzên YPG û YPJê şerê DAIŞê dikir. Dema hêzên koalîsyon li herêmê bimînin ev tiştekî qence, lê dema biryara vekişînê bidin ji xwe hêza me heye û îrada gelê herêmê nayê şkênandin.

Your browser doesn’t support HTML5

Şivan Xabûrî