Serok Trump: Emê Nêzîk Hemû Armancên Xwe yên Leşkerî li Îranê Pêk Bînin

Serokê Amerîkayê Donald Trump Çarşemê bi şev gotareke televizyonî pêşkêşî welatîyên Amerîkî kir, tê de behsa rewşa şerê li dijî rejîma Îranê kir.

Trump got ku piştî 32 rojan ji êrîşên dijî Îranê di çarçoveya Operasyona Hêrsa Dastanî de, hêza deryayî ya Îranê hatiye hilweşandin û hêza wê ya asmanî jî têk çûye.

Serok Trump herwiha da zanîn ku destpêkirina vî şerî li dijî rejîma Îranê ji bo parastina ewlekarîya gelê Amerîkayê û cîhana azad, pêwîst bû.

"Ji roja yekê ve, gava min kempeyna xwe ragihand, min soz dabû ku ezê qet nehêlim ku Îran çekekî navokî bidest bixe. Ev bûye 47 sal ku ev rejîma fanatîk bi durişma 'mirin bo Amerîka' bang dike," Trump ji Koşka Sipî got.

"Piranîya rêberên wan hatine kuştin. Di vê dema ku em tê de diaxivin, fermandarîya Hêzên Pasdarên Şoreşa Îslamî tê jinavbirin. Şiyana wan ya avêtina mûşek û dronan bi awayekî dramatîk hatiye lawazkirin, û çek, kargeh û mûşekavêjên wan ji holê tên rakirin," Serokê Amerîkî got.

Wî herwiha da zanîn ku "Dijminên me têk diçin û Amerîka bi ser dikeve, wek ku ev pênc sal li jêr serokatîya min wisa bûye, Amerîka ji her demekê bêtir biserdikeve."

Serok Trump got: "Îşev, ez kêfxweş im ku bêjim armancên me yên stratejîk dê nêzîk pêk werin. Ji ber vê pêşketina ku me kiriye, ez dikarim bêjim ku îşev em li ser rêkê ne ku hemû armancên Amerîkayê yên leşkerî nêzîk bidawî bikin."

"Emê di du heta sê hefteyên bê de bi tundî li wan bidin. Hemdem, gotûbêj berdewam dikin," wî diyar kir.

Derbarê bilindbûna buhayên petrolê wekî encameke şerê Îranî, Trump got ku ewê nêzîk dîsa vegerin wek berê.

"Gelek Amerîkî bi fikar in ku vê bilindbûna buhayên petrolê li vir li welêt dibînin. Ev bilindbûna demkî bi tevahî encama wê yekê ye ku rejîma Îranê êrîşên terorîstî dijî tankerên petrolê yên bazirganî li welatên cîran dike; welatên ku ti peywendîya wan bi vî şerî nîne."

Wî herwiha got ku dê Tengava Hormuzê piştî dawîbûna şer dîsa bi tevahî vebe û bang li welatên ku tengavê ji bo veguhestina petrolê bikar tînin kir ku rolekê di berevanîya deverê de bilîzin.