Trump: Em ji bo Agirbest, Danûstandin û Bidawîanîna Şer Ne bi Lez in

President Trump waves as he departs after delivering remarks to NCAA Collegiate National Champions

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê got ku ew ne di bin fişara demê de ne ku ji bo agirbestê an rêkeftinekê bi Îranê re demekê diyar bikin.

Di hevpeyvînekê de bi Fox News re, rojekê piştî dirêjkirina agirbestê bi Îranê re, Trump anî ziman ku raportên derbarê "derfeta sê heta pênc rojan" ji bo dirêjkirina agirbestê "şaş" in.

Wî li ser keştîyên ku roja Çarşemê li Tengava Hormuzê ji hêla Îranê ve hatin gulebarankirin an desteserkirin nîşan bi wê yekê da ku "Ew ne keştîyên Amerîkî bûn," û got ku ew rewşê dişopîne

Dema ku ji Trump hat pirsîn ka şer kengî bi dawî dibe, wî got ku çarçoveyeke demê tune ye û “em ne bi lez in.”

Wî got, "xelk dibêje ku ez dixwazim ji ber hilbijartinên Mijdarê biqedînim(şer), lê ew ne rast e." û rêveberîya wî dixwaze ji bo gelê Amerîkî peymaneke baş bi dest bixe.

Trump her wiha got ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî zilamekî jîr e û hêvî dike ku dema ku danûstandin ji nû ve dest pê bikin, ew di cihê xwe de bimîne.

Trump li ser hikûmeta Îranê got, "Ceza ji bombebaranê jî bêtir wan ditirsînin." û dema ku bîrên petrolê ji bo demekê kar nakin, ew pir caran bi awayekî mayînde têk diçin