Trump: Rêkeftineke Serdema Trump Dê Aştî û Ewlehîyê Misoger Bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê li dor egera rêkeftine nû bi Îranê re nivîsand ku, "Rêkeftinek di bin serokatîya Trump de dê aştî, ewlehî û aramîyê misoger bike, ne tenê ji bo Îsraîl û Rojhilata Navîn, lê ji bo Ewropa, Amerîka û her devereke din. Ew ê rêkeftinek be ku tevahîya cîhan pê serbilind be."

Trump got, "Rêkeftina serdema Obama yek ji rêkeftinên herî xirab bû ku heta niha hatiye kirin. Wê rê li ber çekên navokî vekir. Tiştê ku bi vê rêkeftina ku em kar li ser dikin re nabe û nikare bibe."

Ev axaftinên Trump du rojan berî bidawîbûna agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de ku roja Çarşemêye, dibin.

Tê ragihandin ku şandeyeke Amerîkî bi serokatîya Cîgirê Serokê Amerîkî JD Vance ber bi Îslamabadê ve diçe, lê Tehran dibêje ku hîn biryar nedaye ka beşdar bibe an na.